
Projeya ‘Değiş Tokuş’ ê ya ku; bêyî fotografkêş seyahetê bikin, li bajarên hevûdu, ji devla hevûdu ve û ji bo hevûdu hilberînê dikin, di serdema şewbê ya ku parvekirinên fizîkî û seyahatkirin tê de hatibû asteng kirin de, di heman demê de lêkolîneke ku li derfêtên wê yekê dikole ku dê pevguherînên hunerî û hizrî dê çawa pêk werin. Di projeya ku di navbera Gulan û Sermaweza 2021an de pêkhat de, di encama bangeke aşkere de, 20 beşdarên ku hatin hilbijartin, piştî danişînin hevnasînê, bi hev re bûne cot û ji Izmîr, Diyarbekir, Ûrfa û Mêrdînê 12 hunermend, di wê pêvajoyê de bi hev re proje hilberandin.

Di çarçoveya ‘Değiş Tokuşê’ de ku ji xaftinên li ser têgîna pevguherînê ya lêkoler û akademîsyenên ji warên cuda yên wekî aborî, têkiliyên navneteweyî û çand û hunerê, semînerên ku ji bo pêdiviyên beşdaran hatibûn saz kirin, danişînên edîtoriya/mentoriya rû bi rû pêk hat de, karên ku hunermendan hilberandin û metnên ku axêferan nivîsîn, di vê malpera taybetî vê projeyê de tên pêşkêş kirin. Li gel vê yekê di pêvajoya projeyê de beşdaran, bi parvekirinên xwe hesabê instagramê yê projeyê jî veguherandin qadeke pêşangehê.

‘Değiş Tokuş’ bi hevkariya Lütfü Irdemê ji Diyarbekirê, Ofîsa Projeyan ya Genîş Açı ya li Stenbolê û No 238 a Izmîrê; bi piştgiriya Ji bo Çandê Qad; bi beşdariya axêfer û nivîskar Meltem Şendağ, Aslı Iğsız, Eda Yiğit, Elif Kahraman û İpek Çınar; bi alikariya Saliha Yavuz, Cemre Yeşil û Sinem Dişli ya semînerên ji bo beşdaran dan û bi hilberînên Nilay Uluğ & Şevda Tuğrul, Ayşegül Kaycı & İmran Atasal, Fatma Çelik & Merve Güçlütürk, Aynur Tıkıroğlu & Hicret Ayaz İpek, Aylin Kızıl & Eyhan Çelik, Aslıhan Güçlü & Mehmet Ali Kılıç pêk hat.



