Meltem Şendağ
DI SER PLATFORMÊN DIJÎTAL RE ABORİYA DIYARÎYAN
Axaftinên Değiş Tokuşê bi axaftina Meltem Şendag ya bi navê 'Di ser Platformên Dijîtal re Aboriya Diyariyan' di 18ê Hezîran 2021ê de dest pê kir.
Şendağ a ku bi kurteyekê ka di teoriya diyariyê de, çerxa stendin-dayin-veguherînê, mêvanpêrwerî û beramberîbûnê çawa tên pênasekirin dest bi axaftina xwe kirî, bi mînakên ku ka teknolojiyên dijîtal û platformên civakî wateyên çawa li teoriya diyariyan zêde kirine û ew çawa veguherandine axaftina xwe berdewam kir. Şendag axaftine xwe weha berdewam kir: Ji Web 1.0 bi derbasbûna Web 2.00ê re, û bi rêya platformên wekî Facebook, Twitterê bikarhênerên înternetê ji asta bînerîyê derbasî asta beşdarên çalak bûn. Bi saya platformên wekî Zumbara, Couchsurfing, Airbnb, Sharedearth, Thredup ku alternatîfa pergalên heyê yên aborîyê ne, di navbera mirovan de şêwazên din yê têkiliyê hatin ava kirin. Şendağ axaftina xwe bi pêşbîniyên li ser: “Bi Web 3.0 re şikestina bi saya pêkhateyên navendî û pêkhatina ekosîstemên belavkar, dê belavbûna pereyên ku navgîna pevguherînê ne hêsantir bibe û şêwazên têkilidanînê dê çawa biguherin, pêwistiya derbasbûna pêkhate û têkiliyên zelal û pereyên koman dê çawa kar bikin” bi dawî kir.
Derbarê Meltem Şendağ de:Piştî perwerdehiya Lîsansê ya li Zanîngeha Boğaziçiyê ya li beşa Bazirganiya Navneteweyî, di sala 2005-2006an de li Hindistanê wekî analîsta kar û bazarê, di salên 2007-2010an de jî li Google ya Îrlandayê wekî Stratejîsta AdSensê kar kir. Li gel hevaleke xwe ji bo pergala Zumbara (Kompereya Zemên) ava bike vegeriya Tirkiyeyê. Zumbara ya ku di navbera salên 2012-2017an de berdewamkir, bi saya bikaranîna teknolojiyên înternetê yên li dora fikrê bankaya zemên û pêkanîna toreke civakî, bû bankaya zemên ya herî mezin û herî çalak li cîhanê û kete nav teşebûsên civakî yên herî serkeftî de. Serdemekê, li ser fikirîna afirîner û nivîskariyê li Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê ders dan. Li saziyên civaka sivîl li ser koçberan atolye li dar xistin. Şendağ ji Nîsana 2020an vir ve li Celo ya ku feraseta diyarîdayinê ecibandiye û bi hevkari û yekîtiyên navneteweyî bipêşdikeve, nirxên ku aborîya îro danîne dide rapirsiyê û dixwaze ji herkesî re şertên firehiyê pêkwerîne û vê wekî vezîfe ji xwe re dibîne de wekî Serokê Ekosîstemê kar dike.
