Nilay Uluğ & Şevda Tuğrul
XOŞEWÎST NİLAY, XOŞEWÎST ŞEVDA
Em wekî du jinên hunermend yên ku li Izmîr û Diyarbekirê dijîn û hevûdu qet nas nakin, fikirîn ku li bajarên hevûdu yên ku em hema bêje qet nizanin çêkirina projeyekê û helbet hevnaskirina me dê herî baş bi rêya çîrokên me yên biyografîk pêk were û ji bo vê jî divê em bikevin nava pevguherînekê de. Bi pirsên li ser bajarên em li wan dijîn û derbarê hevûdu de hevnasîna me dest pê kir. Di vê pêvajoya ku her diçû de vediguherî seremoniyeke name şandinê de, me ji jiyanê xwe yên takekesî dest pê kir û me berê xwe da tiştên rojanê, mahrem û têgîna bikaranîna tişta ameyî.
Di vê çarçoveyê ‘Değiş Tokuşê’ de me yên hem li ser bajarên ku em lê dijîn û hem jî li ser mijarên subjektîf ên wekî bîranînên me yên zarokatiyê, kolanên ku em lê dijîn, dîmenên bajarên ku em her roj dibînin, rawestgehên ku em gelek caran bikar tînin, rûtînên me yên rojane û tiştên ku ji bo me wateyeke wan heye, gav bi gav projeya me ava kirin. Wekî mînak, li bajarê ku em lê dijîn me mekanên ku me xwe aîdê wan didîtin an jî me gelek caran bikardianîn hilbijartin û me li van deran bi navberên diyar raçavî kirin, em çûn taxên ku zaroktiya me li wan derbas bûye û me rojên berê anîn bîra xwe, me rûtînên xwe yên sibehan bi hev re parvekirin, me razên xwe yên piçûk yên wekî koleksiyona qalikên çirçirkan ji hev re gotin an jî me rêyên wekî derxistina ji çekmeceyan yên fotografên wesîqayî yên kevn ceribandin.
Name şandinên me dema bi fotografan re jî berdewam kir, me hest bi wê yekê kir ku çîrokeke em qet nizanin lê bi awayekî em daxilî wê bûne dixwînin. Hevnasîna bajarên em lê dijîn, ya qadan, fêrbûnan û ceribîna van tiştan anî bîra me ku ev rêwîtî ne tenê bi awayekî fizîkî ye. Bi saya vê yekê me wisa hest pê kir ku li beramberî bi hezar kîlometreyan jî ev demeke dirêje em hevûdu nasdikin.
TÎMA PROJEYÊ: NİLAY ULUĞ (IZMÎR) & ŞEVDA TUĞRUL (DIYARBEKIR) SÊWIRÎNERIYA RÛPELAN: SERDAR DARENDELILER
















