top of page

 Refik Akyüz & Serdar Darendeliler 

 DERBARÊ ‘DEĞİŞ TOKUŞ’ DE 

‘Değiş Tokuş’ (pevguherîn) bi fikrê ku fotogarafkêşên ji ber pêvajoya şewbê ya ku ji mehên ewil yên sala 2020an ve em tê de dijîn zêde nikarin seyahatê bikin, ji bo ku li bajarê cuda kar bikin û piştgiriya hevûdu bikin derkete holê. Li ser banga aşkere ya ‘Değiş Tokuşê’ ya ji bo bajarên ku Ji bo Çandê Qad (Kültür için Alan) lê çalakiyan dike û bajarên derdorê, ji nav serîlêdanên ku hatin kirin de, di asta ewil de 20 beşdar, piştî civînên hevnasînê û danustendina fikrên hev, bi awayê cotî pêşniyarên projeyan kirin. Ji nav van pêşniyaran, 6 tîm yanî 12 hunermendên ku ji Izmîr, Diyarbekir, Mêrdîn û Urfayê, bo asta duyem hatin hilbijartin, projeyên hevûdu hilberandin. Bi hevkariya Lütfü İrdemê li Diyarbekirê, GAPO yê li Stenbolê û No 238 li Izmîrê û piştgiriya Ji bo Çandê Qad, ‘Değiş Tokuş’ di navbera mehên Gulan-Sermawezê yên sala 2021ê de pêk hat. 

Her çi qasî di cîhana fotografkêşiyê de cot/tîmên wekî Pierre et Gilles, Broomberg & Chanarin, Luke & Nik, Pascual + Vincent, Bernd & Hilla Becher, AES+F hebin ku bi hev re xebitînê û hilberîn kirine û îmzeyê hevpar li bin karê xwe xêz kirine jî, fotograf şaxekî hunerê yê hinekî takekesî ye. Wekî mînak di warê sînemayê ku ximzekî nêz yê fotografiyê ye de, qala hilberîneke kolektîf were kirin, qala cudabûna wezîfeyên wekî berhemhênar, derhêner, derhênerê dîmenê, û kameraman were kirin jî, beşeke mezin ya fotografkêşan, ji bilî kêşanên edîtoryal an yên reklamê, ji bo ku projeyên xwe hilberînin, ji asta plankirinê heya bi kêşanan, hema bêje hemû wezîfeyan, ew bi xwe dikin. Helbet îstisnayên vê rewşê jî henê yên wekî Gregory Crewdson, ku nêzîktêdayina wekî ya derhênerekî û sînematîk bo fotograf bi pêşxistiyê û bi tîmên mezin re ku herkesî wezîfeyeke wan heye û di setên ku wan ava kirine de hilberîn pêkanînê. Crewdson fotografkêşêkî wisa ye ku difikire, ya giring hêma bi xwe ye, wî mijarên teknîk ji wan tîman re hiştine ku ew wan bi rêve dibê û ew dikeve pey çêkirina dîmenê de, heta di hin hevpeyvînên xwe de, gotiye ku ew bi xwe hez ji girtina kamerayê jî nake. Em dîsa jî bi bîr bixin ku îstîsna qaîdeyan têk nabin. Ger em bêjin ku mirov fikrê xwe, bidê dest û çavên hin kesên din, nexasme yên li dûr û razî were ku ev fikir ji aliyê wan kesan ve were pêkanîn, ne rêbazeke xebatê ya wisa ye ku fotografkêş gelekî bikartînin û fêrî bûnê ye, dê ne xelet be.

Li cîhanê di serdemên ewil yên şewbê de, dema ku hemû firîn hema bêje bi temamî sekinîbûn û ger û geşt bi rastî jî hatibûn sînordar kirin, fotografkêşan ji bo karên edîtoryal ku girtibûn bikin û vê rewşa sînordarî ku her kes hatibû girtin di derekê de belge bikin, çareseriyên afirîner derxistin holê. Li gel kesên ku di ser FaceTime an jî Zoomê re, mirovên li derê ku nikarin biçinê – bi ser de ku ew ne fotografkêş bûn jî- bi awayekî baş agahdar kirin û kêşanên xwe bi wan dane kirin hebin,yên ku bi kuryeyan re kamerayên xwe şandin û edilînên pêwist ji dûr ve kirin û di malên mirovan de fotografên wan kişandin jî hebûn. Wekî mînak, Devin Oktar Yalkın, ji bo The New York Timesê ji mala xwe ya li New Jerseyê, di ser FaceTimeyê re zarokên wî agahdar kirin û li mala Matthew McConaughey fotorafên wî bi zarokên wî dane kişandin. Hûn dikarin ji vê derê xwe bighînin nivîsa Yalkin ya derbarê vê ezmûna wî de û ji vir jî xwe bighînin fotografan. Hûn dikarin ji vir jî xwe bighînin ezmûnên Annie Trittê ku bi heman awayî, portreyên kesên ku serbixwe an jî bi kontrat dixebitin yên ku ji ber şewbê ji hêla aborî ve herî zêdê karîgeriyeke xerab li wan bûyî, bêyî ku ji daîreya xwe ya li Brooklynê derkeve, bi sepana Photo Timer kêşandibûn. Ji vir jî hûn dikarin paşxaneya kêşanên ku Nick Knightê fotografkêşê navdar yê modayê ji bo British Voguê bi rêya Zoomê kêşandibûn bixwînin. Mînaka dawîn jî bila ji van deran be. Fotografkêşê gênc Emîn Berk, di demên ewil yên şewbê de, bi kuryeyan re ekîpmanên xwe şandibûn malê kesên ku ku werzîşa laş geşepêdanê dikin û berê ew li derên vekirî kêşandibûn û bi rêya ji dûr ve gihaştinê li malên wan jiyana wan ya rojane bi fotografan bi dîmen kiribû. Ji vir hûn dikarin li fotografan û vîdeoya kurt bê ka Berk çawa ev kêşan pêkanîne temaşe bikin.

‘Değiş Tokuş a’ ku sûda xwe ji van tevan digre û ji pirsa ‘Gelo astengiyên ku nayên xwestin yên bi şewbê re hatin û temasa ferazî ku li ber ekranan zêdetir bûye, dikare derî li ber pevguherîneke ji dûr ve bo hilberîneke kolektif û hunerî, yanî ji hêla fikrî hunerî û behremendiyî vekeve?’, bi easî wekî projeyeke ku bingeha wê hilberîn be xuya bike jî, di heman demê wekî lêkolîneke li ser wê yekê ye ku, bê ka fikrê ku fotografkêş, li bajarên hevûdu, ji devla hevûdu ve kar hilberînin, çi qasî dikare were sepandin. 12 hunermandan, ji aliyekî ve li bajarên xwe ji bo şirîkên xwe yên projeyê fotograf kêşandin, ji aliyê din ve, ew bûn edîtorên projeyên fotografan ku li bajarekî din ku ew qet neçûnê de ji bo wan hatine kêşandin. Ev bû pêwajoyeke wisa ku rê li ber diyalogê, parvekirinê, hevkariyê vekir û ya herî giring jî hişt ku mirov ji egoyên xwe bi dûr bikevin. Li xala ku em hatinê de, ji pirsa bê ka muelifê fotografan kî ye zêdetir, ew yek giringtir bû ku, ka sînorên hilberîna kolektif çi qasî tên berfirehkirin û hunermend çi qasî li projeyên hevûdu xwedî derdikevin û dixwazin wan bisepînin û ev yek jî bû tişta diyarker. Di nav tîmên projeyê de, li gel kesên ku li ser heman fikrê/mijarê li hevûdu kirin û ji bo hev li bajarên xwe sepandin hebin jî, kesên ku ji heman mijaran sûd wergirtin û du projeyên ji hev cuda, ji bo hev hilberandin jî derketin.

Yek ji tîmên ku projeyeke tenê pêkanîn, Nilay Uluğ a ji Izmîrê û Şevda Tuğrul a ji Diyarbekirê, wekî du hunermendan, ne hevûdu ne jî bajarên ku hevûdu ku ew lê dijîn nedîtibûn, pêvajoyeke wisa jiyan ku, karê wan yê li ser bajarên ku ew lê çêbûne û mezin bûne ye, veguherê pêvajoyeke ku ew hevûdu nas bikin. Ev pêvajoya hevnasînê ku veguherî rewşeke ji hev ra name şandinê, veguherî xebateke taybet ku ew rûtinên di jiyana xwe de, qadên li bajarên wan yên ji bo wan taybet û hin tiştên derbarê raboriya xwe de bi hev ra parvebikin. Di encamê de jî ‘Xoşewîst Nîlay, Xoşewîst Şevda’ derket holê.

Du hunermendên ku ji qada wênesaziyê tên, Aynur Tıkıroğlu ya ji Izmîrê û Hicret Ayaz İpek a ji Mêrdînê, li ser qadên limînal yên li bajare xwe, ku mirov xwe li wan rahet hîs nakin û wekî qadên derbasêkê jî dikarin werin pênasekirin xebitîn û ji bo hev şopa van qadan ajotin. Mînakên van qadan ku ji peyva ‘lîmen’ ya Latînî te, li Izmîrê, Gara Trênê ya Basmaneyê, li Mêrdînê jî abbara bûn. Her du hunermendan li gor şêweya xwe mudaxaleyî fotografên ku kişandine kirin û ew şîrove kriin û ‘Qada Limînal’ hilberandin.

Ekîba dawî ya ku li derdora heman mijarê xebitî, Aslıhan Güçlü ya ji Izmîrê û Mehmet Ali Kılıçê ji Ûrfa, berê xwe dane klîşeyên bajarên xwe ku bajarên her du yan jî bajarên geştûguzariyê ne û bi dewlemendiyên xwe yên çandî û dîrokî tên nasîn. Her du yan dema qala bajarên xwe ji hevûdu re dikirin ferq kirin ku ew her du jî li se rklîşeyan disekinin û bi vî hawî ‘Vebejeyên Bajêr yên Klîşe’ têşe girt. Ew bizimanekî rexneyî nêzî wê yekê dibin ku, di qada heyî ya hilberîn û xerckirinê ya bilez de, taybetiyên bajêr û mekanên wî yên ku derdikevin pêş vediguherin foneke geştûguzariyê û ji bo vê yekê jî wan ev klîşe bi awayekî bi zanebûn dîsa dubare kirin.

Yek ji tîmên ewil yên ‘Değiş Tokuşê’ ku du projeyên cuda çêkirin; Fatma Çelik a ji Diyarbekirê û Merve Güçlütürk a ji Izmîrê ne. Di serê ewil de, tîmê bi meraqa hevpar, berê xwe dane têgîna Bihuştê ku sûda xwe ji Bexçeyên Hevselê ku ji serdemên qedîm ve, wekî Bexçeyê Bihuştê tê zanîn girtibû. Tîmê dema li beramberê Bexçeyên Hevselê yê li Izmîrê digeriyan, rastî tingê nukleerî yêli Gazîemirê hatin û du karên ku di ser dijberiya bihuşt û dojehê ve bi pêş dikeve hilberandin. ‘Bihuşta Ser Rûyê Erdê’ ku hezar û yek tonê şînkahiyê bi dîmebariyeke çîrokî vediguhêze, û ‘Lênerîna li Dojehê’ ya ku qirêjiya radyoaktîf û qirêjiiya agahiyan bi nûçe û mentiqa rojnameyan derpêş dike.

Tîma ku Ayşegül Kaycı ya ji Izmîrê û İmran Atasal a ji Midyada bi ser Mêrdînê ve pêkanîn jî, di ‘Qadên Bêhnvedanê’ de, li Izmîrê şopa qadên bêhnvedanê ku bi taybetî dema di şewbê de mirov di malê xwe de asê mabûn diçûne wan ajotin. Di ‘Bîra Dîwaran’ de jî li navenda Midyada ku bi pir etnîsîteyî û pir çandiya xwe derdikevê û li gundên wê, li ser dîwarên mal û dikanan ku mirov wan ji mirovên din re aşkere dikin, çi tiştan, fotografan, wêneyan an jî tiştên din yên ji bo wan giring, dadiliqînin û pêşandana wan dikin, hatin belgekirin.

Tîma dawî ya ‘Değiş Tokuşê’ Aylin Kızıl a ji Diyarbekirê û Eyhan Çelik a ji Izmîrê, ji pirsa ‘mal çi ye’ dest pê kirin û du projeyên cuda derxistin holê. Aylin di ‘Tiştên di qorziya me ya cîhanê de kombûne’ de, di paralela jiyana koçeriyê ku heya îro wê gelek caran fotografê wê kêşandine de,jinên kurd yên ku Koçî Izmîrê kirine, bi rêya şirîka wê ya projeyê Eyhan, li derên ku ji wan re dibin temsîla malê bi awayê portre hatine fotograf kirin. Eyhan jî di ‘Kozmos’ê de bi navbeynkariya şirîka xwe ya projeyê Eyhan, ji ber ku di zaroktiyê de têkiliya wê ya bi malê re, girêdaneke aîdiyetê nedihewand, li ser rewşên yekbûna koçerên Qerecedaxê ya bi Kozmosê re sekinî.

Di çarçoveya ‘Değiş Tokuşê’ de ku hemû çalakiyên wê bi awayekî online pêkhatin de, li gel danişînin edîtorî/mentoriyê ku yek bi yek bi hunermendan re hatin meşandin, ‘Axaftinên Değiş Tokuş’ê yên ku ji beşdariya herkesî re vekirîbûn hatin li darxistin û herwiha ‘Semînerên Değiş Tokuş’ê ku tenê ji bo hunermendên beşdar bûn hatin pêkanîn. Di dema ‘Takeoverên Înstagramê’ ku dikirin armanc hesabê înstagramê yê projeyê jî veguherînin qada pêşangehê û bi şopîneran re têkiliyekê nêzîktir deynin de, tîmên projeyê, ku her yekî du rojan hesab bi rêve dibir, di wan rojan de, fotografên xwe yên ku beşdarî vê hilbijartinê nebûne parvedikirin û ji aliyekî ve jî, ji fotografiyê heya bi edebiyatê, sînema û muzîkê çavkaniyên îlhamê yên projeyên xwe parvedikirin. Li gel van hemû tiştan ji her karê ku hatiye hilberîn fotografek, di seteke kartpostalan ku ji hêla fizîkî ve jî pevguherînê destnîşan dikî de hatin kom kirin û di serî de li bajarên projeyê, li înîsayatîf, kolektîf û pêkhateyên hunerê yên li bajarên cuda re hatin şandin.

Koordînatorên Projeyê: Refik Akyüz & Serdar Darendeliler [GAPO], Lütfü İrdem, Sinan Kılıç [No 238]

Hunermend: Nilay Uluğ & Şevda Tuğrul, Ayşegül Kaycı & İmran Atasal, Fatma Çelik & Merve Güçlütürk, Aynur Tıkıroğlu & Hicret Ayaz İpek, Aylin Kızıl & Eyhan Çelik, Aslıhan Güçlü & Mehmet Ali Kılıç

Edîtor: Refik Akyüz & Serdar Darendeliler

Axaftvan û Nivîskar: Meltem Şendağ, Aslı Iğsız, Eda Yiğit, Elif Demirkaya, İpek Çınar

Pêşkêşvanên Semîneran: Saliha Yavuz, Cemre Yeşil, Sinem Dişli

Sêwirandin: Serdar Darendeliler

Wergerên Tirkî-Ingilîzî: Deniz İnal Tirkî-Kurdî (Kurmancî): Rêbîn Özmen

Têkelî: gapo@gapo.org

bottom of page