top of page

 Elif Demirkaya 

 GERA DIYARIYAN, SERMIYANÊ TOVÎ Û ÇANDA PARVEKIRINÊ 

Di axaftina 4an yên Değiş Tokuşê de lêkolînera serbixwe Elif Demirkaya, 9ê Temûza 2021ê roja înê êvarî axaftineke bi sernavê 'Gera diyariyan, sermiyana tovî û çanda parvekirinê' li darxist.

Demirkaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser veguherîna keresteyên guhaztinê ku di encama derketina holê ya matbaa û makîneya fotografan de pêk hatî û argumenta Benjamin ku dibêje 'berhema hunerî yektabûna xwe ji dest kirîye' guherîna formatên hilberîn û mezaxtinê. Demirkaya di axaftina xwe de bi taybetî jî di sektora muzîkê de li gel teknolojiyên dijîtal bi temamî ji holê rabûna keresteyên veguhastinê û derketina holê ya torên wekî (Napster, Torrent, DC++ hwd) nirxand û bi pirsa; 'heke ji destê kesê ku dide dernekeve, em çawa dikarin karê dayinê binirxînin?' ve girê da. Demirkaya dîsa bi mînakên ji qada muzîkê, li ser mijarên wekî; derketina holê ya derfêtên ku asta pasîf ya guhdaran guherandiye, têgeha samplingê, rapirsîkirina muelîftiyê, rêbazên post-produksiyonê yên berhemên hunerî û wekî diyarî veguhastina wan û li ser çanda Djtiyê sekinî. Demirkaya di çarçoveya têgeha Tard ya sermiyanê tovî re bi mijarên wekî, zêdebûna fikran bi parvekirinê re, bêyî ku tiştek ji wan wenda bibe berbelavbûn û zêdebûn, ne pêkaniya mulkiyeta enetlektuelî û hilberandina hevpar axaftina xwebi dawî kir.

Derbarê Elif Demirkaya de:

Lîsansa xwe li Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê di beşa sosyolojiyê de qedand. Li Zanîngeha Mîmar Sînan ya Hunerên Bedew di beşa sosyolojiyê de mastira xwe ya bi navê ‘Çağdaş Paylaşım Kültürü ve Armağan’ temam kir. Hîn jî li heman zanîngehê di beşa sosoyolojiyê de xwendekara doktorayê ye. Li ser mijarên wekî; bîyoplîtika, nekropolîtika, xebatên piştî însên, teroiya hestebariyê û takekesitiyê dixebite.

bottom of page