top of page

 İpek Çınar 

 WEKÎ QADÊN HILBERÎN, PIŞTEVANÎ Û FÊRBÛNÊ PÊKHATEYA KOLEKTÎF 

Di axaftina 5an ya Değiş Tokuşê ya xelasekê de fotografkêş û edîtor Ipek Çınar, 16ê Temûza 2021ê roja Înê êvarê axaftineke bi sernavê 'Wekî qadên hilberîn, piştevanî û fêrbûnê pêkhateya kolektîf' kir.

Çınar ji pirsa hilberîna kolektîf ku ji aliyekî ve hilberîna hunerî derdixe holê, ji aliyekî ve jî li hember qaîdeyên piyaseyê rêbazeke serhildanê pêşkêş dike û bi taybetî jî di qadên ku em di wan de xwedî derfêtên sînoradrin de wekî rêbazeke piştevanîye derdikeve holê li Tirkiyê xwedî rewşeke çawaye, axaftina xwe bi vîdeoyeke ku di protestoyên li dijî vekişandina Tirkiyê ya ji Peyman Stenbolê de ku di 1ê Temûzê de hatibû lidarxistin hatibû kişandin, da dest pê kirin û diyar kir ku ev hestên wê yên derbarê hilberîna kolektîf û piştevaniyê de ku hatine dîmen kirin e. Çınar axaftina xwe bi dîroka kolektîf û pêkhateyên hilberînên hunerî yên li Trikiyê berdewam kir ku ew pêkhate û kolektîfên tekane bûn tevî kesên beşdarî wan û mînakên ji pêkhateyên wekî Hafriyat, Oda Projesi, Bandrolsüz û GAAyê dan. Çınar wekî dawî  têgehên sereke yên ji bo kolektîfan yên wekî serbixwebûn, rêbazên xwe birêxistinkirinê û berdewamkirina aborî bi kitekit vegotin û dawî li axaftina xwe anî.

Derbarê İpek Çınar de:

Li beşa Zanista Siyasetê ya ODTUyê xwendina xwe ya lîsansê qedand. Di sala 2020an de li beşa Art in Context de ya li UdK Berlînê dest bi mastirê kir. Ji sala 2011an û vir ve xebatên zêdetir derbarê fotograf de hildiberîne, û çîrokên xwe yên ku bi têkeliya fotograf û nivîsê pêkanîne vedibêje. Li gel van hilberînên wê, ji bo weşanên cur be cur, tekstan dinivîse, roportajan dike û rêzenivîsan amade dike, katalogên pêşangeha made dike, bi taybetî di warê fotografkêşiyê de şêwirmendiya naverokan dike. Li welatên cuda wekî hunermnda mêvan ji bokomxebat û mihrîcanan hate vexwendin û axaftin li darxistin. Çınara ku endama Şaxa Trikiyê ya Komelaya Rexnekarên Hunerê yên Navneteweyî (AICA) ye, ji sala 2015an û vir ve hevedîtora Orta Formatê ye.

bottom of page