Meltem Şendağ
DI SER TEKNOLOJIY Û PLATFORMÊN DIJÎTAL RE PEVGUHERÎN
Değiş tokuş, yanî pevguherin, an jî dayin û stendin, ji demên berê ve di navenda jiyanê de cih girtibe jî, dîrok nîşanî me dide ku, dê qet kevn nebe û ev têgeh her tim wê ji nûjen ve têşe bigrin (1) Nîqaşên bê ka pevguherîn bi çi awayî dibe an divê çawa bibe, dibe ku di nav her qada jiyanê de hebin, heta ev axaftin dikarin bighin xwezay mirov bi xwe jî. Bêyî ku em ew qasî kûr biajon, dema em bi lez li vebêjiya dîrokê ku em pê dizanin binêrin, em dibînin ku ji bo pevguherîna tiştan ya di navbera mirovan de pere hatine îcat kirin. Heke em bilez di ser dîrokê re derbas bibin, di xalekê de pereyên yekeya guherînê bûne yek têşeyî û xala bingehîn ya pergala li ser deyndariyê ku tenê dewlet û banka dikarin wan pereyan hilberînin. Vebêjiya aboriyê y aku li dor vê yekê pêkhatî îro her tim şîretz mezaxtinê û dewlemendiya aboriyê li me dike, dibêje di xwezaya mirov de, berjewendiyên takekesî hene û mirov wekî bûnewerekî ku her diwxaze berjewendiyên xwe derxe asta herî zêde pênase dike. Ev feraset jî civakeke rekabetkar û materyalîst p^roz dike û tişta rasyonel bî vî hawî pênase dike.
Gelo mirov bûnewerekî berjwendîpereste, berisveke esehî ya vê pirsê heye nîne nizanim. Belkî jî li gor pêkhate, pergal û herî zêde jî çîrokên ku em dibihîzin, em têşe digrin. Di cîhana roja me de, di nav çîrokên ku tên guhê me û em di nav wan de cih digrin de, teknolojî û platformên dijîtal her ku diçe zêdetir cih digrin.
Di vê nivîsê de ezê xwe bispêrim tecrûbe û lêkolînên xwe û qala raçaviyên xwe bikim bê ka (web 2.0 û web 3.0) dibin sedema veguherînek çawa di warên zihnîyet/pevguherîna gelheyê/bîrbiriya nirxan de kirine. Ji bo ku di teoriyê de nemîne ezê ji pergala Zumbara Komepereya Zemên ku yek ji damezrînerê wême mînakan bidim.
Zumbara, toreke civakî bû ku kesan tê de ji devla pereyan ve wext didane hevûdu û, zanyarî, behremendî, jêhatîbûn û tecrûbeyên xwe bi hev re parvedikirin. Heke ez mînakekê bidim: Mesela Ayşe 2 saetan ji min re qala çêkirina deterjane ekolojîk dike, beramberî wê ez ji kompereya xwe ya zemên 2 saetan ddim Ayşeyê. Ayşê bi saetekê ji van du saetan ji Mehmet alîkariya “amadekirina cvyê” werdigre, bi saeta din jî bi Basrî tamîrata elektrîka xwe ya li malê dide kirin… Zêdeyî 50 hezar mirovî bûn endamê vê pergalê û parvekirineke bi hezaran saetî pêk hat.
Di van pergalên wisa de pîvandina ji reqeman bi wêdetir ya karîgeriya civakî pir zehmet be jî, tiştên ku herî zêde wekî peyam ji me re dişandin derbarê, lê ewle bûn, aidiyet û keşifkirina behremendiyên xwe bûn. Dema me ev pergal ava kir, hişyariyên ka çima ewê kar neke ji me re hatin, gelekên ji wan li ser wê bûn ku digotin; wê mirov li hev ewle nebin, wê ji pergalê xizmetê wergirin lê paşê wê nexwazin xizmetê bidin û gelek çîrokên wisa ku li gor pergala roja me û vebêjiya wê bûn. Lê belême dît ku, dema pêkhateyên guncan werin ava kirin, her yek ji me xwedî wê potansiyelê ye ku dikare kedê di ber wê pergala ku jê bawer dike û di ber mirovan de bide. Her ku ev melekeyên xwe me bi hev re parvekirin em dewlemend dibin, ldijarin li hev ewle bibin, û têkiliyên baş û civakên baş diarin ava bikin. (2)
Zumbarayê, bi tora civakî ya ku ava kir re, yek ji mînakên web 2.0 ye. Web 2.0, jêrsaziya gelek mînakên pevguherînê yên ku naverokên wan bikarhêner amade dikin pêktîne. Heke pêwist be em hinek mînakan bidin: Airbnb û Couchsurfing ku li Tirkiyê jî pir çalakin, di navbera kesan de pevguherîna cihê lê mayinê tê kirin. Bî manekên wekî Askıda ne var û İhtiyac Haritası pevguherîna alavan û pêdiviyan, bi mînakên wekî Letgo û Dolap jî pevguherîna alav û cilên kevn, bimînakên wekî Blabla Car, Martı, GO sharing jî mirov dikarin pevguherînên wesayitên cur be cur pêk werînin. Di mînakên derveyî welêt yên wekî Zopa ye de jî mirov derfêtên cur be cur yên fînansî ji hev re pêşkêş dikin.
Bi web 2.0ê takekes ji xwe re qadên cuda yên derbirînê peyde dikin, (3) naverokan hildiberînin, komên li gor tiştên bala wan li ser ava dikin an jî di mijarekê hestebariya raya giştî didin çêkirin. Bi mînakên aboriya parvekirinê re têgeh mulkiyetê jî vediguhere. Pêkhateyên navendî yên wekî zincîre otelan, cihê xwe ji pêkhateyên wekî Airbnb ya ku naveroka wê bi hezaran bikarhêner pêk tînin re dihêle. Ev tişt hemû, ji takekesan re di ser beşdariyeke vî rengî re tê û rê li ber çêkirina îtibar û lê ewlebûnê vedike. Em dikarin bêjin ku ji bo agahî stendin, xwe gihandine sazî an kesekî an jî ji bo birêxistinkirinê formên nûjen pêk tên.
Min qala guherîna ku pêkhateyên navendî derbas kirine kir, lê belê şirketê web 2.0ê ku wekî start-upê destpêkirî, niha bi qasî mezinbûna datayên di destên wan de û ji ber sedema ku bikarhêneran jî beşdarî mekanîzmaya biryarwergirtinê dikin, pêkhateyên navendî pêktînin. Di vê wateyê de wekî din çi tiştên din mimkûn in, ji bo vê jî dixwazim qala web 3.0ê bikim.
Web 3.0, destûrê ji bo danîna têkiliyên bêyî navbeynkaran dide. Di web 3.0ê de geşedankar, sepanan ji devla ku di yek gerokê de bixebitînin û datayan di yek databaseyê de veşêrin, -yanî ji devla mekanîzma û otorîteyên navendî-, di blockchainan de geşe didin û vedişêrin. Bi saya vê yekê data di destekî tenê de namînin. Mekanîzmaya ku blockchain ji bo bi ewlehî û erêkirina mekanîzmaya pevguherînê berdewam bike kontratên bi aqil in.
Ev qas zêde axaftina li ser blockchainê bi saya pereyên krîpto pêk hat. Ji van Bitcoina ku pereyê ewil bû, bi saya ecibandina mirovan ya pereyekî ku ne dewlet û bankayan ew derxistiye bû pêşengê guherîneke gelekî mezin û giring. Tê pêşbînîkirin ku teknolojiya blockchainê ku bBitcoin li serê hatşne ava kirin, di salên pêşiya me de, dê têşeyên hevkarîgerî û karkirinê biguherîne.
Heke pêwist bike ku em mînakeke ji rêzê ya ku pir tê bikaranîn nîşan bidin, li cîhanê li pêş belavbûna pereyan asteng hene. Banka ji ber ku armanca wan pereqezenckirine, krediyên ku didin bi vê armancê belav dikin û bi vî awayî pereyan hildiberînin. Ji ber vê yekê pere, qet nakeve destên kesên ku pêdiviya wan bi pereyan heye.Li gel vê yekê, şandina pereyan pir buhaye û ji bo şandina pereyan ya derveyî welêt carinan bi rojan diajo. Bi saya teknolojiya blockchainê ev astengên li pêşiya pereyan radibin. Wisa xuya dike ku di demekê nêz de wekî ku em ji WhatsAppê peyamekê dişînin emê bikaribin pereyan bişînin her devera cîhanê.
Di wêneyê li jor dê hûn dikarin şiklê (A)yê wekî banka (an jî dewlet) wekî wan saziyan bihesibînin. Li vê derê di navbeyna her du kesan de wekî saziya navbeynkar banka hene, lê di şiklên (B) û (C) yê de ku bê navend in û belawela ne, kes bi saya rêxistinên cuda rasterast bi hev re dikarin têkiliyê deynin û ev yek her ku diçe dê pêkantir bibe. Ev yek jî helbet tê wateya berbelavbûna zêdetir û malîyeteke kêmtir. Yanî, ezê bikaribim hilberîna xwe ya li Tirkiyeyê bêyî ku rastî mesrefên pir mezin werim bifroşime mişteriyên derveyî welêt an wekî kargehekê, di
Rêya ku popûlarîteya Bitcoinê vekir û teknolojiya blockchainê, hişt ku hinek kom li gor armancên ku dixwazin pêkwerînin, ji bo koma xwe pereyên krîpto çêbikin û aboriya xwe ava bikin û wê birêxistin bikin. Ji van re DAO (decentralized autonomus organisation) tê gotin, yanî sazûmaniyên otonom yên bê navend. Pêkane mirov rastî DAOyên ku ji bo hunerê hatine ava kirin were, lê belê li vir dixwazim qala mînakeke ku di van demên dawî de bala min kişandiye bikim.: ConstitutionDAO.
ConstitutionDAO (Makezagon DAO), ji bo kopyayeke herî kevn ya makezagona bingehîn ya Amerîkayê ku di Sotheby’sê de bi mazatê tê firotin bikire hat birêxistin kirin. Sotheby’s şirketeke pir neteweya Amerîkayî navend Ingîltere ye û yek ji brokerên herî mezin yên hunerên dekoratîf, mucehver û koleksiyonan e. ConstitutionDAOyê bi beşdariya zêdetirî 17 kesan di demeke pir kurt de zêdetirî 47 milyon dolaran da hevûdu. Birêxistinbûna ev qas kesan ji bo armancekê (di pêkhateyên DAO yên cuda de aramnc diguherin) ji bo vê di demeke ew qasî xurt de kom kirina ew qas pereyan û mixabin ku binketina wan ya di mazatê de û piştî binketinê bi hevûdu re biryardayina wan bê ka wê çi bikin ji wan pereyan, ji hêla nirxandina derfêtên ku teknolojiya web 3.0 dide mirovan ve gelekî giring e. (4)
Wekî encam, mijarên ku her yek ji wan mijara nivîseke din ya serbixwe ne, bi qasî ku bala xwendevanan jî bikşîne û bi qasî ku ew bi xwe li wan bikolê min hewl da ku bi awayekî kurt vebêjim. Di çarçoveya platformên dijîtal de, berfiehkirin û zêdekirina mînakên ku min di nivîsê de destnîşan kirine pêkane. Teknolojî êdî bi gelek aliyên xwe di nav jiyana me de ye û wisa xuya dike her ku diçe wê şêwazên jiyana me biguherîne. Pere û têgehên pevguherînê jî dê ji vê veguherînê para xwe werbigrin. Ez êmin im ku me derbarê teknolojiyê de gelek çîrokên cuda bihîstne. Heke çîrokên ku em dibihîzin biguherin, dê dinya biguhere. Ji kîjan disîplînê be bila be, hevkarî, li hev ewle bûn û çîrokên keşifkirina diyariyan dixwazim em bÊtir bibihîzin û bibin perçeyekî ji yên van çîrokan.
(1) Marcel Mauss, diyar dike ku di hin zimanên kevn de di navbera peyvên stendin û dayinê de ferq tuneye. Ji hevcudabûna wan peyvan ya di roja me de dikare bibe mijara nivîsike din.
(2) Ji bo agahiyên zêdetir derbarê Zumbarayê de vê derê bitikînin.
(3) Bo naverokeke mînak: https://www.evrensel.net/haber/420408/tiktok-isci-sinifina-bahsetmedigimiz-kendini-insa-etme-alani
(4) Ji bo zêdetir agahiyan hûn dikarin li vir binêrin.
