Eda Yiğit
KIRDEYÊN NEXUYA YÊN PREKARYAYÊ: DI SERDEMA PANDEMIYÊ DE HUNERMEND
Di axaftinên Değiş Tokuşê de axaftina 3an ji aliyê Eda Yiğit a ku lêkolînera serbixwe û kuratore ve di 2 Temûza 2021ê de bi navê 'Kirdeyên nexuya yên prekaryayê: di serdema pandemiyê de hunermend' pêk hat.
Yiğit di destpêka axaftina xwe de danasîna pênaseyên têgînên prekarya/prekarîteyê ku têgehên nû ne û ji salên 2000-an vir têne bikaranîn kir. Yiğit di çarçoveya şîrovêyên Bourdieu, Standing û Butler de, bi prekaryayê ve girêdayî behsa têgehên wekî windakirina nasnameya pîşeyî, windakirina nûnertiyê, bêewlehî, şikestebarî, lawazbûna kir. Paşê qala lêkolîna xwe kir ku ji 39 pirsan pêk tê û bi beşdariya 150 hunermendî, di serdema ewil ya pandemiyê de ku wekî Pêla Pêşîn tê bi nav kirin de pêkanîbû. Yiğitê bal kişand ser hinek xebatên kolektîf u di heman demê de pêkhatibûn û axaftina xwe bi dawî kir.Hûn dikarin rapora lêkolînê ku di rojên borî de wekî kiteb jî hatibû çapkirin wekî e-pirtûk ji lînka jêrîn daxînin: https://www.edayigit.xyz/prekarya
Derbarê Eda Yiğit de:
Li Zanîngeha Mîmar Sinanê ya Hunerên Bedew di beşa Plansaziya Bajêr de lîsans, dîsa li heman zanîngehê di bernameya Plansaziya Bajarî de mastira xwe temam kiriye. Ew niha di beşa sosyolojî yê de di bernameya doktorayê ya Zanîngeha Mîmar Sinanê ya Hunerên Bedew de xebatên xwe yên li ser hişê civakî berdewam dike. Yiğita ku di warê dîroka devkî, muzexanekarî û hunera hevçerx de xebatan pêk tîne, di navbera salên 2015-2020an de, di jêr sîwana Karşı Sanat Çalışmaları de, di navbera salên 2016-2019an de, li Mihrîcana Hunerê ya TUYAPê di beşa pêşandanê, di warê naverok û koordînatoriya sazumankarî de xebitî. Xebata belgekirina kronolojîk ya bi navê ‘Gezi Direnişi 27 Mayıs-18 Haziran 2013’ di 2103an de, kitêba wê ya bi navê ‘Prekaryanın Görünmeyen Özneleri: Pandemi Döneminde Sanatçılar’ di 2021êde derçu. Di van demên dawî de xebatên xwe wekî lêkolînera serbixwe berdewam dike û wekî endameke Damezrîner ya BUM Atolyeyê ye, di heman demê de ew hîn jî di kovara internetê ya bi navê Orta Format de edîtoriyê dike.
