top of page

 İpek Çınar 

 WEKÎ CIHÊN HILBERÎN, PIŞTGIRÎ Û FÊRBÛNÊ PEKHATEYÊN KOLEKTÎF 

Dema em kolektîfiyê an jî hilberîna kolektîf tînin zimên, ya rastî em qala gelek pêkhateyên cur be cur dikin. Ev pêkhate carinan xwe dispêrin piştgiriya madî ya mirovên di navê de, carinan xwe dispêrin hewldanên wan yên fizîkî û hema bêje her tim xwe dispêrin keda wan ya hizrî. Tişta em qala wê dikin ew pêkhate ne ku beşek ji wan xwediyê mekanan, beşek ji wan kesên ku di ser înternetê re kar dikin, beşek ji wan jî ew kesên ku mekanên dîtir ji xwe re kirine war û berheman hildiberînin û navên wekî kolektîf, înîsiyatîf, kom an qada hunermendan li xwe dikin. Armancên van pêkhateyan jî cur be cur in. Mirov bi sedemên; ji bo berhemek fizîkî derxînin holê, platformeke nîqaş û lêkolînê pêkwerînin, di navbera hunermend û cîhana hunerê de navbeynkariyê bikin, mafan biparêzîn dikarin biryara damezrandina kolektîfan bidin. Bi ser de divê taybetiyên çandî, polîtîk, teknolojîk yên pêvajoya ku kolektîf hatiye damezrandin jî werin bibîranîn. Ji ber vê jî destpêkirina nivîsîna li ser kolektîfan û kolektîvîteyê, dişibe guleke têkelhev ku ber bi her aliyî ve vedibe. Lê belê heke di nav vê hemû curbe curiyê de li aliyekî hevpar were gerîn, pêkhateyên kolektîf di nîvê pergala heyî de, xaleke hevpar ya li berxwedana vedikin û hewl didin di pergalê de qewarekê vekin.  

          

Ev salên dirêjin di pêvajoyên xwe yên hilberînê de, gelekî giringiyê didim kolektîfiyê û hesta piştgirî û bi hev re fêrbûnê ya ku bi saya kolektîfê pêk tê. Di vê tekstê de jî bi taybetî dixwazîm li ser hinek têgînên ku dema em dibêjin hilberîna kolektîf divê em bala xwe bidin çi tiştan û hinek çareseriyên hêsanker bisekinim. Ev tecrûbeyên min xwe dispêrin sohbet û tecrûbeyên ku di Güncelleme #28: Polifonî (1) de ku me wekî Orta Format a ku ev ev çend sal in perçeyek ji yê wê me, birêvebiribûn, di wir de em li ser berdewamkirin û biryarên dawî lêanîna kolektîfan disekînîn. Bingeha kolektîfeke bi tendirûst ewe ku divê ji serî de li ser wê yekê nîqaşan bikin ku ka ew dê çawa nêzîkî van têgînan bibin û bi ser de  divê ev têgîn car bi caran wekî ku lênerîneke perîyodîk li wan tê kirin ji nûjen werin nîqaş kirin.

  

Li ser serbixwebûn û bê ka em ji çi tiştan azade ne 

Dema em qala hilberînên hunerî yên kolketîf dikin hema bêje wekî refleksekê peyva “serbixwebûn”ê derdikeve pêşberî me.Lê heman bêje hemû pêkhate bi awayekî cuda nêzîkî vê têgînê dibin. Sedema bingehîn ya vê cur be curiyê, di çarçoveya berfireh ya tiştên ku em serbixwebûne pê re yek dibînin de veşartiye.Giringiya ku ji bo têgîna serbixwebûna ku bi gelemperî wekî li ser piyan mayîna bêyî piştgirîya madî ya saziyeke din, fonekê an jî sponsoriyê tê dîtîn, hine caran dide pêşiya pêdivî û pêşekiyên kesên ku kolketîfê pêktînin. Ez difikirim ku ji devla em bi awayekî romantîk dil bidin peyva serbixwebûnê, em li serê bisekinin ka ev pêkhate di kû derê de dixitimin, ev xitimandin kîjan acîliyetan dihewînin û pêdiviya wan bi çi cure çareseriyan heye dê baştir be.

     

Her wiha, ger em biserbikevin ku modeleke ji aliyê aborî ve serbixwe avabikin jî, kolektîf nikare bi qasî ku her yek ji me difikire serbixwe bimîne. Ya rastî ji karên ku em û rêhevalên me yên ku em hewl didin bi hev re kolektîfê berdewam bikin pê debara xwe dikin bigre, heta bi keda hunermendên ji saziyên din ku em dixwazin bi hev re hilberînê bikin û heya bi eleqeya bîneran em bi gelek tiştan ve girêdayîne. Belkî jî di vê xalê de çareserî ewe ku ji devla serbixwebûnê ve, em têgîne berdewamkirinê deynin holê û muqayeseya xeyal/rastiyan bikin

Li ser domdarî û qadên me yên kedê

Gelek kolektîf, di salên ku kesên beşdarê wê hîn xortin de, bi xwestek û bêrîya kêmasiyên di pergala heyî de tên damezrandin. Di van salên xweşiyê ku îdealîzm berz e û kelecan zedê ye de, kd û kelecan di asta herî zêdê de tê parastin. Lê belê piştî demekê peşekiyên din û kêfareta jiyanê, cihê kolektîfê yê di jiyanên me de teng dike. Di vê qonaxa ku karê em dikin êdî têra me nake de, û bi ser de dema  em astengiyên aborî ddijîn, kolektîf bi xwe dibe barek. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, giring e ku ji serî de ked û beramberiya kedê li darî çav were girtin û -kedxwarina ji karên bi dilxwazî jî di nav de- mirov xwe ji têkîliyên keda bê berdêl bide alî.

     

Têgîna domdariyê tê wateyên wekî ji bo dahatûyê mayin, şop hiştinê jî. Hilberînên esas yên li holê yên wekî pêşangeh, kitêb, performans yên şênber û pêwist, carinan dihêlin em di ser karên din re biqevêzin. Tîmên ku di serdema hilberînê de gelekî bi kelecan in,dema mijar tê ser belge kirin û arşîvkirinê ji gava wa ji zûde ye westiyane an jî aciz bûne. Ev rewş, hem di dîroka kolektîfê bi xwe de, hem jî di bîra civaka ku ew di nav de ye de valahiyên derdixe holê. Piştî wê, ew çerxa bêwêçe ku hemû kolektîfên tên damezrandin enerjiya xwe û butçeya ji bo karên li ser heman temayan vediqetînin.

  

Wekî din, ez difikirim ku, mîna dilxweşiya hestyarî ya ku dem bi dem dema mirov li albûmên malbatê mêze dike tê mirov, hêzeke dermankirinê heye ku meriv carekê li arşîvên xwe binihêre.

   

Sazûmanî ûdabeşkirina kar

Şêweya kedê ya ku di lîteratûra femînîst de wekî ‘barê hişî’ (2) derbas dibe, dikare ji bo dabeşkirina karî ya di nav kolektîfê de jî were guncivandin. ‘Barê hişî’, di dema dabeşkirina kar de, dema takekesek plansazî û sazûmaniyê dike, ew rewşeke li bendê be ku ji ‘ wî(ê) were pirsîne”. Ev rewş dibe sedem ku takekesên diyar yên di nava kolektîfê de her tim xwe westiyayî, rakêşiyayî û her tim hişê dagirtî hîs bikin. Dema berhema şênber ya ku derxistibin holê tunebe jî, ev westandina ku hest pê dikin, dibe sedema têkçûnên ku pir zehmete ji derve ve werin dîtin. Lê belê plan kirin û sazûmankirin bi tena serê xwe kareke. Û dema takekesekî diyar hem plankirinê û hem jî beşdarbûna planê bigre ser milê xwe, bi carekê dest pê dike beşeke mezin ya karan bike. Ez bawer dikim ku, lîsteya navên karan were derxistin, li van karan sazûmankarî jî were zêde kirin, heta heke gengaz be di navbera van karan de rotasyon were pêkanîn û rê li ber wê yekê vere vekirin ku mirov karên hevûdu biceribînin, dê ev yek rê bide ku birêxistinkirine bi rêk û pêktir derkeve holê. 

   

*** 

 

Di şertên civakî û aborî yê vê serdema ku em tê de, mixabin ku ne gengaz xuya nake pêkhateyeke ku, her kes berdêla keda xwe an jî tişta ku heq dike werbigre were ava kirin. Di encamê de ev hewldanên me jî; ji bo guhertina şert û mercên vê sîstemê û ji bo misogerkirina guhertineke piçûk in. Di vê qonaxê de çareseriya berî her tiştî ewe ku; em yekîtiya xwe biparêzin, dema bêhna me çikiya em alîkariya hev bikin, bi gotineke xweştir, em serê xwe bi aboriyên pûte/diyarî biêşinin û her tim bazariya pêdivî û encaman bikin e. Zelalî, parvekirina çavkaniyan, motîvasyon, di vê tekstê de cihê xwe negirin jî, ew mijar in ku divê her tim li bîra mirov bin. Beriya her tiştî, kolektîf, hem wekî hunermend, hem jî wekî navbeynkar qadên fêrbûna me ne û ji bo min rêya ber bi xewnên me yên dahatuyê ve diçe ye.

(1) Bnr. ​​http://ortaformat.org/guncelleme-28

(2) Derbarê dengvedanên di lîteratura femînist de yên ‘barê hizrî’ ku ji bo mijarê dirêj nekim, bi kurtasî min vegot, ez xêzêromana ku xêzkar Emma amade kiriye û Nîl Delahayê bi navê 'Sorsaydın ya!' (Fallait Demander / Te Bipirsiya) wergerandiye tirkî pêşniyar dikim

bottom of page