top of page

 Ayşegül Kaycı 

 BÎRA DÎWARAN 

“Hûn dizanin hûnê çawa mirovekî nas bikin? Lê binêrin ka w çi dixwîne, çi temaşe dike, bi dîwaren xwe ve çi dadiliqîne, di refên xwe de çi bi ci dike, çawa diaxife, çawa guhdar dike. Tenê tiştê divê hûn bikin nêrîne. Ev tişt nîşanî we didin ka rûhê wî mirovî li kû derê ye?”

Ramtha

 

Fotografên min û xwîşka min yê zaroktîyê, ku berî bi salan bavê min ji xelîtka xwe ya kevn î reş bi baldarî derxist û nehişt em destê xwe bidinê lê tenê hişt em lê binêrin û paşê dîsa xistibû xelîtka xwe li hemberî min disekine. Bi dîwarê min ve. Ew dilpakîya bavê min ya taybetî wî û nezaketa wî û ew helwesta wî ya bi baldarî îro jî bi qasî wî fotografî dihêle li hember wî şaşwaz û hejmekar bimînim. Li paş fotograf dîsa bi baldarî navê me û dîrok; “Sala 1990, Ayşegul û Songul” hatiye nivîsîn ku ev dihêle fotograf di hişê min de di cihekî din bi cih bibe. Ew zarokên piçûk, piştî bi salan bi saya vî fotografî û wan agahiyan têgihiştin ku ew zarok bûn.

Kitekitên wekî vê piçûk yên derbara jiyana min de, tiştên cihêreng yên hatine dîtin, û wêneyên ku ez çêdikim devereke ezmûnê diafirînin ku ez dikarim bi serbestî wan bînim gel hev û biguhêrim. Ev rewş, meraqa min ya li ser vê yekê derdixin holê: Ka mirovên din, di cîhana xwe de û di qadên hevpar yên malê de, girêdanên xwe yên hem çandî, hem takekesî çawa birêxistin dikin û qadên xwe yên estetîkê çawa bi rêk û pêk dikin. Dixwazim bizanibim ka kîjan objeyan an jî fotografan taybet dibînin, wan di kîjan astan re derbas dikin û paşê bi dîwarên xwe ve dadiliqînin. Hiş, û vegotinên erdnîgariyê, mekanî û yê takekesan û tiştên ku nîşanî kesên din didin, ji bo min her tim tiştên îlhambexş in.

Dema di çarçoveya ‘Değiş Tokuşê’ de,  derfêta ku li Midyada bi ser Mêrdînê ve, ya ku bi pir binyada xw eya pir çandî ya etnîk min meraq dikir, her tim min dixwest li kolanên wê yê teng bimeşim, li gundên wê yên dîrokî, li hûndirên mekanên razbar bigerim derkete holê, min çavê xwe emanetî şirîka xwe ya projeyê İmran kir û min xwest binêrim, li navenda Midyadê an li gundên wê, kesên jinijadên cuda û yên ku ji çînên cuda yên civakî û aboriyê li malên xwe an kargehên xwe dîwaren xwe çawa vesaz dikin.

Bi nêzîktêdayineke tîpolojîk, li ser wê yekê sekînim ku di nav curbecuriya avahîsaziya taybetî Midyadê de, mirov li ser dîwarên xwe yên ku nîşanî kesên din didin, obej, fotograf, wêne, an tiştên din ku ji bo wan giring çawa pêşan didin. Hinek ji wan tiştên ku ji bo dîroka xwe ya takekesî giring dibînin li ser dîwaran radixin ber çavan, hinek ji wan jî bi dîwarên vik û vala naxwazin tiştekî aşkere bikin. Li ser hinek dîwaran objeyeke têne derdiket pêş, li ser hinekan jî hilbijartineke estetîkî ya ku gelek obje li gel hev bin hatibû pêjirandin.

Bi gelemperî li navenda Midyadê, dîwarên malan û kargehan bêtir wekî ku bêkes bin.  Wekî bê qederên ku, bê aîdiyet, bê nasname an jî bê erdnîgarî, ji zûde ye girêdanên xwe wenda kiribin. Hebûna hîn avahiyên dîrokî hîn bidome jî, dîwarên wan vala hatine hiştin û di halê wan de hatine berdan. Şopên derbarê rabirdûyê de hew mayê xuya nekin. Ji hêla din ve dema ji bajêr ber bi gundan ve mirov diçe, dîwarên qadên mahrem yên malan, li hin deran jixweber, li hin deran jî bi zanebûn hatine saz kirin û veguherîne qadên “pêşangehan”. Muzexaneyên minîmal yên taybetî xwe tînin bîra mirov.

Hêvî dikim ku; 'Hişê Dîwaran' derbarê erdnîgarî, mekan, bîra takekesî, bîra civakî û parvekirina van ya bi kesên din re, wekî ku bi min da kirin, bi we jî gelek pirsan bide kirin.

TÎMA PROJEYÊ: AYŞEGÜL KAYCI (İZMİR) & İMRAN ATASAL (MÊRDÎN)

bottom of page