top of page

 Aslı Iğsız 

 PEVGUHERÎNA NIFÛSÊ: JI ENDEZYARIYA DEMOGRAFÎK BER BI TÊGEHÊN KULTUR Û POLÎTKIYAN WÊ VE 

Axaftinên Değiş Tokuşê, di roja Înê ya 25ê Hezîrana 2021ê de bi axaftina Aslı Iğsız ya bi sernavê 'Pevguherîna nifûsê: Ji endezyariya demografîk ber bi têgehên kultur û polîtkiyan wê ve' berdewam kirin.

Igsız, pevguhertina nifûsa Tirk-Yewnan a sala 1923'an weke xala herî giring destnîşan kir û diyar kir ku ev pevguhertin di salên pêş de di qada navneteweyî de weke çareseriyeke aştiyane hatiye meşrûkirin û hewl hatiye dayîn gel bi hev re tevnegerin. Bi rêya endezyariya demografîk, ku tê de ew bi kodkirina laş ve bêyî ferqa îdeolojiyên wan hatine kategorîze kirin. Iğsız di berdewamiya axaftinaxwe bal kişand ser mijarên jêrê û derbarê wan de mînak dan. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, meşrûkirina vê rêbazê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, sîstematîzekirina ramana nijadî ji aliyê ojenîkê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî. Dûrxistina komên nexwestî bi sirgûnkirin an xêzkirina sînorên civakî,   Têgeha "bagajê civakî" ku kesên ne di karên pejirandî yên ku tevkariyê li aboriyê dikin de wekî barekî civakî pênase dike,  bi tercîha UNESCO'yê ji bo pênasekirina têgeha nijadê wekî çandî lê ne biyolojîkî, destpêkirina pevguhertina têgînan, di ser têgînan re sîstematizekirina polîtikayên îskanê û ka bi saya van polîtikayan sînorên cuda çawa tên xêzkirin.

Derbarê Aslı Iğsız de:
Piştî perwerdehiya lîsansê ya li Zanîngeha Boğaziçiyê ya di beşa Mamostetiya Ingilîzî de(1993) li Zanîngeha Hacettepeyê, beşa Edebiyata Fransî(1996), paşê ji li Zanîngeha Michigan di beşa Xebatên Rojhilata Nêz (2000) de mastiraxwe qedand. Iğsız doktoraya xwe li Zanîngeha Michiganê li Beşa Edebiyata Berawirdî de temam kir û hîn jî li Zanîngeha New Yorkê di beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn û Îslamê de perwerdekar e. Qadên wê yên lêkolînê yên sêreke, qadên şideta siyasî, ojenî, humanîzm, cudakariya mekanî, koçberî ya ji mecbûrî û polîtkaên kulturî ne. Kitêba Iğsız ya ewil bi navê ‘Humanism in Ruins: Entangled Legacies of the Greek-Turkish Population Exchange’ di sala 2018an de derçû. Ew niha li ser projeyeke bi navê di 'çarçoveya cîhana hemdemî de utopyayên faşîst' dixebite. Iğsız dê sala perwerdehiyê ya 2021-2022ê li School of Social Science ya Institute for Advanced Study (Princeton) ê wekî perwerdekara mêvan bi temamkirina mongorafîya xwe derbas bike.

bottom of page