top of page

 Merve Güçlütürk 

 BIHUŞTA SER RÛYÊ ERDÊ 

Dema min dest bi xebata derbarê “Efsel”a ku berî niha min nedîtibû de kir, zêdetirê dema min bi lêkolîna ka derbarê wir de qala çi tiştan hatiye kirin derbas bû. Li Efselê bi navê wê yê Berbelavtir li Bexçeyên Hevselê, tê zanîn ku ji sedsala 3emîn ve çandinî tê kirin. Ev qada jiyanê ku di navbera Çemê Dicleyê, Beden û Pira Deh Çavî de cih digre, bi darspîndarên dirêj û şengebîyan li hev kirî dijî.

   

Min bi vekolîna mînakên xebatên wênesazên Romantîk dest bi kar kir. Dema min tabloya Thomas Coleyî ya bi navê Garden Of Eden dîtin, ez fêr bûm ku Hevsel di heman demê de wekî Bexçeyên Adenê jî te bi nav kirin.

 

Dema ewil min fotografên ku Fatmayê girtibûn dîtin, kûrahiya rengê kesk ya Bexçeyên Hevselê ew qas karîgerî li min kir ku,min xwest ji devla helwesteke ku vê derê belge bike bêtir wê bi zimanekî çîrokî şîrove bikim. Min ji xwe pirsî; heke ez li wir bûma û ew kes bûma ku hukim li deklanşorê dike, min ê kîjan bîranîn an jî kitekit tomar bikira? Ji ber vê yekê min fotografên Fatmayê dîsa kadrajkirin û min xwest ji helwesta belgekarîyê bi dûr kevim. 'Bihuşta Ser Rûyê Erdê' ya ku di encamê de derkete holê, çîrokeke ji fotografên ku dişibînime pratîka xwe ya xebatêye ku min çêkiriye.

 

Dema ev çîroka derbarê Bexçeyên Hevselê de ku ji sala 2005an ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de cih digre me bi dîmen kir, ji bo piştgirî dayina parastina mîrateyên kulturî û ihtîmale belavkirina van fotografan jî fikirîm û min ev fotograf bi jêgirtinên Bihuşta Danteyê xemilandin û ew wekî kartpostalan pêşkeş kirin. Kartpostal bi awayekî bilez dikare ji bajarekî biçe bajarekî din û çande, belavkirina ji dest dikare bide jiyîn. 

Temaşekirina hilatina roja ya li perava Dîcleyê cudaye dizanim. Dîsa jî hewce nake ez biçim dizanim. Dikarim li van fotografan binêrim û Hevselê di xeyalên xwe de zindî bikim.

 

Çiwîk, masî... Segê avî dema ku ji aliyekî diçe aliyê din avê xwe dipengizîne, reqa ku li peravê bêhna xwe vedide, kûzikê ku xwe ji bo nêçîrê amade dike, roviyê ku dibeze... Her çi qasî di fotografan de xuya nekin jî, ev curbecuriye giyanewaran ku mirov dizane di jêr rûpoşa kesk de li derinan dijîn razeke dîtir e.

 

Wekî ku Danteyî jî gotî:

“Li wê herêma ku ji bo mirovan hatiye amade kirin de

gelek tiştên ku li vir nikare bike

dikare bike bike mirov, ji ber taybetiya wê herêmê.”

(Komedyaya Îlahî, Bihuşt,Kantoya 1. Rêza 55.)

TÎMA PROJEYÊ: MERVE GÜÇLÜTÜRK (IZMÎR) & FATMA ÇELİK (DIYARBEKIR)

bottom of page