Eda Yiğit
RAÇAVIYÊN JI MEDBEXA LÊKOLÎNEKÊ
KIRDEYÊN NEXUYA YÊ PREKARYAYÊ: DI DEMA ŞEWBÊ DE HUNERMEND
Di lêkolînên ku di warên hunerê de tên pêkanîn de, di tekstên bo nîqaşê an jî di projeyan de, li paş her berhemeke li ber çav, naverokên ku xuya nakin an jî tên xwestin ku xuya nekin jî derdikevin holê. Wisa difikirim ku, bi qasî encamên naverokên ku hatine hilberandin, bi taybetî ragihandina ku li paşê bi aktorên cuda re jî pêk hatiye, bi kêrî tê ku em bersiva gelek pirsan peyde bikin. Zelalkirina medbexa lêkolînê, dibe ku bibe navbeynkar ji bo mijarên em di nav wan de kûrtir û bi vechên dîtir bi hev bişêwirin. Ji bo vê yekê piştî ku kitêba “Kirdeyên nexuya yê prekaryayê: Di dema şewbê de hunermend” derket bi pênc mehan, min xwest aliyên wê yên ku berî niha min ranegihandibûn parvebikim. Di wê demê de, piştgiriya nîqaşên me yên bi lêkoler, hunermend an jî kesên di pozîsyonên cuda yên di warê çand û hunerê de dixebitin re giha me.
Li ser acîliyetê
Jiyan carinan me bi rewşên awarte re rû bi rû dihêle ku carinan ev ji ber jiyana me ya takekesî ye, carinan jî ji ber cîhana derveyî me ye. Acîliyeta van qeyranên wisa, rê li ber wê vedike ku watekirin piştî serdemên qeyranê wern ava kirin. Ewilê çalakî, paşê wateya ku pey çalakiyê re tê ava kirin…. Heke bi min be bikaranîna peyven qeyran û fersendê ya di heman hevokê de xeternak e, lewra wê rîskê dihewîne ku nêrîna me, sekna me ya polîtîk û rêgezên me yên etîk manîpule bike.
Acîliyet refleksên bilez jî dixin tevgerê. Me ber bi wê yekê ve dibe ku jiyana em asayî paşguh bikin û heya ku dengê sîrenan qut bibe wê pêş de biavêjin. Têkoşîna ji bo mafên bingehîn yên jiyanî ji holê radibe, nepen dibe. Tişta heq, di sînorên xêrxwaziyê de diyar dibe û ji bo hinekan heysiyet têk diçe. Ji ber vê yekê, her çi qasî were fikirîn ku hunermend heq dikin ku wekî beşên din yên civakê xwe bi qedir hîs bikin jî divê wekî prekaryayan xwestekên xwe ne tenê di rewşên awarte de lê bê navber û her tim bînin ziman û divê hêza xwe bikin yek in.Diyardeyeke wekî şewbê ku di jiyana rojane de rê li ber acîliyetan digre, dibe ku hilberîna hizrî bileztir bike, konsantrasyonê zêdetir bike lê aşkere ye ku divê daxwaza dahata bingehîn bê navber bibe mijara têkoşîna civakî. Ji ber vê jî dema ku acîliyet ji holê rabûn, giring e daxwaza mafan were berdewam kirin.
Saziyên ku valahiya wan nayê dagirtin Xebatên kêm yên ku heta niha derbarê prekariteyê de hatine kirin, ku li ser awayên xebatê yên dem kurt, bi dema projeyê sînordar û esnek ku sedema wan kêşeyên neolîberal yên di warê hunerê de bicih bûne ne, aîdê lêkoler an jî pêkhateyên ên serbixwe ne. Li ser prekarîteyê, çima lêkolînên ku nirxê vê têgînê û giringiya wê derxîne holê yên bi rêbazên miqdarî û astî hatine sewirandin nayên pêkanîn? Ji ber çi qadeke zanîn û fikrî dernakeve holê ku di vê qadê de daneyên bi qelîte pêşkêş bike, kêşeyê bi her alî nîqaş bike û ji bo çareseriyê piştgiriyê bide? Di nav sedemên ku ev lêkolînên wisa ji aliyê sazian ve nayên kirin de, helwestên wan yên ku xwe ji ber pirsiyariya hunermendên ku kirdeya prekaryeyê ne didin alî û ji nedîtî ve hatine van kêşeyan diare were gotin. Di heman demê de ji nûjen ve çarçovekirina pratîkên saziyî li gor etîkê û lêçûna veguherandina fêrbûnên heyî jî divê darîçav werin girtin. Di encamê de, teqeze ku dê barekî vê guherînê hilberandina gotina rast ya li pêşberî raya giştî dê hebe.
Mijareke din jî ewe ku di xebaten wisa de lêçûnên berhemên ku qet nebê dê naverokê diyar û berdest bikin e… Di taybetiya vê lêkolînê de, li gel ku weke lêkolereke serbixwe, min û tîma ku bi dilxwazî dixebitî me keda xwe bexşandibe jî, pêwistiya wê yekê derket holê ku divê çavkaniyeke ku lêçûnên keresteyên dijîtal û yên weşanî bide were peyde kirin. (Ji aliyê weşanxaneyekê ve çapnekirina kitêbê, ji ber xwezaya mijara bêtemînatiyê û pêwistiya ku divê xwendevan bêyî ku pereyan bidin bigihjin kitêbê pêk hat) Lêçûna çapê, n eji saziyên ku di warê çand û hunerê de dixebitin an jî ne bi piştgiriya amê an rêveberiyên niştecihî lê ji çavkaniyeke derveyî vê sektorê hat bidest xistin. Di lêgerîna çavkaniyan de, pêvajoyên wisa tên jiyîn ku; ji devla pêvajoyên zelal û wekhevîyê yê li gor hişmendiya saziyî pêkwerin, bi saya torên ku lêkoler bi serê xwe beşdar dibin û bi saya wan çavkanî tên peyde kirin, tên jiyîn. Bi vê rêbazê li derveyî saziyan pratîkên hevkariyê yên nû tên hilberandin û pêvajoyeke hilberînê ya wisa pêk tê ku bi hewlen takekesî diruv digre.
Ji bo piştgiriya nav disîplînan û xebatên kolektîf yên di warên çand û hunerê de ya di warê aborî de, ji bilî şertên astengdar û çavakniyên pir kêm ve çima qadên ku aktorên cuda yên di warê û akademî û hunerê de nêzîktirî hevûdu bikin nayen ava kirin? Sedemên ku ev piştgirî di lîsteyên butçeya çavakaniyên mirovî (telîfên hunermendan, telîfên nivîskaran û hwd) de cih nagirin çi ne? Dema bi pêşekî proje û mayîna li ser te piyan ya mekanan tê fon kirin, balkêşe kesên ku ev dever damezrandine çavkaniyên debara xwe ji deverên din bi dest dixin. Em nikarin pêkhateyan ji kirdeyan cihê bifikirin. Piştgirî dayina bo pêkhateyan, divê were wateya jiyandina aktorên ku ew damezrandine jî, ji ber vê jî divê mirov hifza xwe ji wan tiştan bikin ku dibine kedxwarî.
Wekî encam, di mijarekê de ku lêkolîn jê re pêwist e, li gor xwezaya prekaryayê, rêwîtiyeke lêkolînê ya ku nediyare, nayê zanîn dê bi kû ve biçe û bi piştgiriya keda bi dilxwazî ya ku bi tesadûfên pêk tê derdikeve holê. Heke ji aliyekî din ve em li mijarê binêrin, em dikarin bêjin ku rola lêkolerên serbixwe carinan hilberînê hêsantir jî dike. Di qonaxeke ku ewlehiya li saziya di asta herî kêm de ye, pratîka lêkolerê ku wekî aktorekî serbixwe li qadê ye, bileztir e û rê li ber wê yekê vedike ku beşdar bi helwesteke piştevanîtir pêşwazîyê lê bikin. Ji ber vê jî dê sudewertir be ku sazî di awayên piştgiriyê de li ser formên afîrinertir bifikirin. Berfirehkirina qadên lêkolînê yên lêkolînerên serbixwe ya bi pozîsyonên ku bikarin resenî û xweseriya wan were parastin û vekirina qadên xebatên kolektîf ji bo qadê dê bibe alîkariyeke hêjatir. Dema em li encamên lêkolînê yên ji herkesî re diyar binêrin, di mijara bêtemînatiya hunermendan de, jo bo destpêka çalakî an hilberîna çareseriyên rasteqîn ev pêşniyar dikarin darîçav werin girtin. Berovajî vê, di qadeke ku pratîkên ne li gorî pêdiviyan tên hilberîn, ya ku her li eksa dengê xwe guhdar dike, dûrî dîtina rastiyê, bi awayekî erênî guherîn pêk nayên. Wekî mînak di beşa encamê ya lêkolînê de pêşniyarên ku ji bo birêvberiyên niştecihî çareseriyên rasteqîn û mayînde pekwerînin hatibûn parvekirin lê ji bo van pêşniyaran, ne tu piştgirî, şîrovê, lêveger an sererastkirin nehatin. Bi ser de divê were gotin ku, hewldana ji bo xwe bighînin xebatê hate dayin jî bi awayekî zêde bê encam ma. Lewra li qadeke ku xwe gihandina devera tu xwesteka çareseriyê jê bikî bi problem be, hêvî jî namîne.
Hevbandoriya Beşdaran
Her çi qasî lêkolînê di dema şewbê de berê xwe dabê hunermendan û ev yek erênî hatibe nirxandin jî, yek ji pêşniyarên ku çend beşdaran bi taybetî anîbû ziman jî ew bû ku lêkolîn ji bo kedkarên çand-hûnerê jî were berfirehkirin. Ev daxwaza mafdar, ji ber sînorên ku dihewandin nehate pêkanîn. Lêkolînên ku heye piştî niha werin çêkirin heke li gor vê daxwazê werin çarçovekirin dê baştir be. Birêxistinkirina pratîkên lêkolînê, bi keda kolektîf ya aktorên cuda yên di qada çand û hunerê de dorpêçkirina ji hev cûdabûna qada akademîk û ya hunerê û di qadên hilberandina çareseriyê de fikirîna keresteyên afîrîner dê gelekî bi qîmet be.
Lê vegereke din ya hêjayî baldayinê jî, şaşwaziya hunermendan bû ku ew anket dagirtin. Balkêş bû ku hunermendan navê gerdûna bêtemînatiya ku tê de dijîn lê nekiribûn û her ku pirs dibersivandin xwe wekî prekarya bi nav dikirin. Xemnake ku li ser tiştekî ew qasî jiyanî nehatiye fikirîn, wekî ku eye hatie qebûl kirin û heta hatiye normalîzekirin. Zehmetî an jî neçariyên li pêş birêxistinbûnê, dibe ku li pêş tevgereke ku mirov bixe nav çalakiyan de zehmetiyan derxîbe.
Derbarê sînorên lêkolînê de, pirsa ku ji kê re hunermend tê gotin û hunermend çawa tê pênasekirin hatiye pirsîn. Akademîsyenekî di warê pargîdaniyê de pispor, diyar kiriye ku bi beyana beşdaran ku dibên em hunermendin, bi kêşe ye û wekî mînak argûmana ku mamosteyekî teqaûtbûyî wekî hunermend hatiye nîşandan derxistiye pêş. Dema takekesek perwerdehiyê hunerê werbigre, têrê dike ku wekî hunermende were nasîn? Bi taybetî jî bi nêrîneke sosyolojîk em dikarin çawa mijara ku hunermendî ne tiştekî ku tê fêrkirin an fêrbûne nîqaş bikin? Ji bo hunermendan cudabûna profesyonel an amatorî dikare were kirin? Dema em li hunermendên ku beşdarî piyaseya hunerê nebûne û ne bi hunera xwe lê bi karên dîtir debara xwe dikin bifikirin, profesyoneltî çawa dikare were rave kirin? Bersivên van hemû pirsan bo nîqaşê amade ne. Gengaze em têkiliyê bi gotina nivîskarekî hunerê ku digot lêkolînkirin wêrekîyê dixwaze ve jî deynin. Pênaseya hunermen, wekî pîşe zehmetiya diyarkirina hunermendiyê, herwiha xwestina kedeke cuda ya ku dema tu ji hêla akademîk ve van sînoran terîf bikî û nîqaşên ku b kesên ji qadê re werin meşandin sînorên lêkolînê nû diyar bikin dê piştgiriyeke hêja bin ji bo vê qadê.
Bi kurtasiya encama lêkolînê mijarê biqedînim. Ji %43 yên beşdaran, di koma dahata 2000 LT û jêrtir de, yanî di sînorên birçîtiyê de dijin. Ji %31ê wan bêsîgorta dixebitin. Ji %58ê wan ne xwediyê milkekî ne. Ji %64ê wan mecbûrin piştgriya aborî (ji dê û bav, kalik, partner, xizmên dîtir, fon, bûrs, SGK) werbigrin. Ji%80ê wan mecbûrin di karekî din de bixebitin. Ji %13e wan mecbûr dimînin di hefteyekê de zêdeyî 45 saetan bixebitin. Ji %36ê wan ne xwedî kargehekê ne. Ji %83ê wan ji aliyê galerî / kumpanya / şîrketa mûzîkê / an jî weşanxaneyekê ve nayên temsîl kirin. Niha em mecbûrin ku ji bo van encaman biguherînin wekî takekes, kolektîf an jî sazî em li bersiva em dikarin çi bikin bigerin.
