top of page

 Aynur Tıkıroğlu & Hicret Ayaz İpek 

 QADA LIMÎNAL 

Bi şewbê re guherîna bikaranîn û wateyên qadên jiyanî, berê me da wê yekê em qadên limînal yên ku berê me kêmtir dikeve wan, em bi şîroveya xwe ji nûne ve hilberînin. Peyva ‘Limînal’ ji peyva ‘limen’ ya di zimanê Latînî de tê ku ew jî tê wateya ‘Derazîngê.’ Qadên limînal qadin ku; Dema em ji qadeke ku ji me re nas tê û em xwê lê rahet hîs dikin em derketin, berî em bighin qonaxek an qadeke din, qadên ku em di wan re derbas dibin in. Taybetiya herî giring ya qadên limînal ewe ku mirov ne rahet dikin. Bi qasî ku em wan deran dinasin ew qasî jî nenas in. Mirov ji wan ne ewle ye. Bi awayekî mekanên arafî ne. Mesela balafirgeh, garên trênan, stasyon, bihurêkên jêr, dalanên otêlan an jî derence em dikarîn wekî mînakên fizîkî yên qadên limînal nîşan bidin. Li van mekanan dema em hinekî zêde dimînin bi gelemperî em xwe ne rahet hîs dikin.

Helbet wekî di dema şewbê de, hinek qadên ku em di wan re derbas nabin û naqedin hene ku ev qadên limînal ji mekanî azade ne. Bi pênasekirina mekanan û nakokiya di nav fonksîyonên wan re, nakokiya di mekanên me yên jiyanê de û ber bi nezelaliyê ve çûna wan, em hemû anîn asteke wisa ku carek din em tişta asayî dixwazin. Hestên me jî para xwe ji danîna sînoran û derbaskirina van sînoran girtin.

Qadên limînal di nav xwe de xwedî pir curebûnekê jî bin, me di çarçoveya ‘Değiş Tokuşê’ de, wekî du hunermendên ku ji wênesaziyê tên xwest ku, li Izmîrê Gara Trênê ya Basmaneyê, li Mêrdînê jî ‘abbara’yan û qadên ku van deran dorpêç dikin, kûr bibin, fotografên van deran bikşînin û di navbera xwe de wan pev biguherin, nezelaliya wan, herikbarî, derbasbûn, nakokî û lihevhatina wan bi teknîkên xwe şîrove bikin. Nêrîna li qadên lîmînal yên li bajarên hev, ku me qet nas nedikirin, bi wêneyên ku me ji hev re kişandin û şîrovekirina têgîna di navbera hevdû de, ji aliyekî ve em kelecanî kirin, ji aliyê din ve jî sînorên têgihîştina me derxistholê..

Di van rojên ku em nebûne yek, lê em wekî yekî(ê) rêwîtiyê dikin de, ma hûn jî xwe wekî kesên li ‘darezîngê’ hest bi xwe nakin? Li gel ku hûn bêrîya raboriyê jî dikin, em di darezîngeke ku veger jê tuneye re derbas dibin. Di vê dema ku ne em dikarin vegerin raboriyê, ne jî em bi temamî dikarin dahatuyê bibînin de, em we vedixwînin ku hûn ji darezînga me ya ku me ji cîhana xwe şîrove kiriye bînerin.

TÎMA PROJEYÊ: AYNUR TIKIROĞLU (IZMÎR) & HİCRET AYAZ İPEK (MÊRDÎN)

AYNUR TIKIROĞLU

HİCRET AYAZ İPEK

bottom of page